Di çapemeniya cîhanê de êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Çapemeniya erebî û ya cîhanê cih da êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di çapemeniya cîhanê de êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
26 kanûn, 2023   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Kanûnê ve binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, navendên xizmetguzariyê û qadên sivîlan bombebaran dike. Di encamê de 8 welatî şehîd bûne û gelek navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.

Tora El Hura ku navenda wê li Amerîkayê ye, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek "Beriya niha jî êrişê pêk hatine, lê hedefa yên dawiyê zêdetir aborî ye" nirxandin.

Ajansa fransî AFP’ê  jî cih da êrişan û ev nûçe belav kir: "Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên ji 23’yê Kanûnê ve li ser herêmên Sûriyeyê tên domandin, 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 18 jî birîndar bûn. Enqereyê di dawiya hefteya borî de rêzeêrişên hewayî li ser Sûriyeyê û Iraqê pêk anîn."

Ajansa rûsî Sputnîkê jî cih da êrişan, lê hedefgirtina navendên xizmetguzariyê nedît. Êriş wekî êrişên li ser navendên QSD’ê pênase kirin.

Rojnameya Independet a erebî diyar kir ku di êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Rojnameyê nûçeyên xwe spartin daxuyaniya QSD’ê ya der barê êrişan de.

Televîzyona El Cezîra ya Qeterê jî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên der barê êrişên de esas girtin.

Di nûçeyên çapemeniya erebî de wêne û dîmenên bombebarankirina binesazî û qadên sivîlan tune bûn.

(bb)