DEM Partî: Li Rojava sûcên şer tê kirin

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê  diyar kir ku bombekirina binesaziyên li Rojava sûcê şer e û got: “em bang li raya giştî ya demokratîk û hemû kesên dijberên şer dikin ku bikevin tevgerê.”

DEM Partî: Li Rojava sûcên şer tê kirin
26 kanûn, 2023   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên şer her diçe zêde dike, ku dibe sedema jiyana mirovan û travmayên civakî. Ev siyaseta ku di şer de israr dike, mafê jiyanê yên gelan binpê dike û sûcê şer dike. du roj in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din bi balafirên bê mirov êrîşî binesaziyên sivîl hate kirin.”

Daxuyanî wiha ye:

“23’ê Kanûnê di saetên şevê de di serî de ambarên genim û rafîneyên petrolê yên li Dêrik, Qamişlo û Tirbespiyê binesaziya jiyanî ya herêmê bi dijwarî hate bombebarankirin. Di êrîşan de tesîsên gazê, elektrîk û petrolê jî hatin hedefgirtin. 25’ê Kanûnê jî li bejahiya Efrînê û bajarên Qamişlo û Kobanê depoya benzînê û navenda çapxaneyê hatin bombekirin. Kargeha çîmentoyê, bîra petrolê, ambara genim û kargeh jî bûn hedefa êrîşên hewayî. Tê zanîn ku di êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûne ku karkerên înşaetê jî di nav de ne. Em kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr tînin û ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Tenê îsal 117 êrîşên bi balafirên şer li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin û 86 kes hatin qetilkirin. Eşkere ye ku armanca esas a van êrîşan Kurd in, êrîşkirina binesaziyên sivîl û mirovên bê guneh vê yekê nîşan dide. Desthilatdariya AKP-MHP’ê Madeya 51’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî berevajî dike û van êrîşên li ser Kurdan ji civaka navneteweyî re rewa nîşan dide. Di encama van êrîşan de mîna ku li Efrînê kirî, li herêmên ku Kurd lê dijîn polîtîkaya guhertina demografiyê pêk tîne. Di van êrîşan de li Sûriyeyê zemînê çareseriya siyasî û aramiyê tahrîp dike û dibe sedem ku şer mayînde be û di asta herêmî de bidome.

‘EM BANG LI RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK DIKIN’

Gelên Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çareseriyeke bi rûmet û demokratîk û aştiyê daxwaz dike. Ti sûdê şer ji bo civaka Tirkiyeyê nîne ku 40 sal in me tecrube kiriye. Ne tenê dibe sedema windahiya can, li her deverê krîzên civakî jî zêde dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide desthilatdariya xwe bi şer bide domandin û ji bo neçareseriyê israr dike. Ew ê ji aqûbeta yên beriya xwe, rizgar nebe.

Divê ev êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demildest bên sekinandin. Ji bo vê yekê em bang li raya giştî ya demokratîk a neteweyî û navnetweyî û kesên dijberên şer dikin ku bikevin nava tevgerê. Em dikarin bi hev re vî şerî, êş û mirinan bidin sekinandin.”