Li Qamişloyê merasîma girseyî ya oxirkirina şehîdan

Bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên kantona Cizîrê merasîma oxirkirina 6 şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker dest pê kir.

Li Qamişloyê merasîma girseyî ya oxirkirina şehîdan
26 kanûn, 2023   12:49
QAMIŞLO

Li gel berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Şehîd nemir in" bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê cenazeyên Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Mihemed Hisên Mihemed, Riyad Hemo, Rênas Hemîd û Ferhan Temê li ser milên xwe rakirin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ya li taxa Meyselûn a Qamişloyê meşiyan.

Cenazeyên Aya El Sebawî û Faris El Faris jî li ser daxwaza malbatên wan, dê li goristanên gundên wan bên veşartin.

(şx)

ANHA