Çalakiya Cinêvê bi biryardarî dewam dike

Kurdistaniyên ku li Cinêvê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li hev civiyan got, “Yekane rê, pêkanîna paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye."

Çalakiya Cinêvê bi biryardarî dewam dike
20 mijdar, 2024   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê li hev civiyan, ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja çarşemê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Di çalakiya rûniştinê de ku di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de li Qada Natîonsê tê lidarxistin, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Beriya daxuyaniyê di şexsê Fermandarê HPG’ê Reşît Serdar (Mehmet Can Gurhan) ê 18’ê Mijdara 2012’an li herêma Oremanê di şerê li dijî dijmin de şehîd bûbû de, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” Osman Tekîn daxuyaniya çapemeniyê xwend.

Tekîn anî ziman ku xaka gelê Kurd beriya 100 salan li bajarê Lozan ê Swîsreyê kirine çar parçe û hiştine însafa dewletên hov, nîjadperest, qirker û paşverû.

Tekîn bi berdewamî bal kişand ser êşkenceya tecrîdê û destnîşan kir ku tecrîd li dijî normên hiqûqa navneteweyî û mafên bingehîn ên mirovan e. Tekîn li dijî êşkenceya tecrîdê ku di bin kontrola dewletên navneteweyî tê pêkanîn de bal kişand ser girîngiya pêkanîna paradîgmaya Modernîteya Demokratîk û wiha got: “Di demeke ku dawiya netewe dewletên ku ji damezrandina xwe ve ji xeynî zilm û êşê tu alternatîf neafirandiye tê, ji bo me yekane rê pêkanîna paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo ye.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi banga tevlêbûna pîrozbahiya ku wê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê di 24’ê Mijdarê de li bajarê Luzernê bê lidarxistin, bi dawî bû.