Di çalakiyên 25ˈê Mijdarê de banga hevgirtinê

Di çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê hatin lidarxistin de, li dijî pergala serdest a bavikslar banga têkoşîna hevpar li jinan hate kirin.

24 mijdar, 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyê dewam dikin. 

BEYRÛT

Koordînasyona Kongra Star a Beyrûtê bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî daxuyaniyek da. Di daxuyanî bi amadebûna endamên koordînasyonê hate dayîn de. Di destpêka daxuyaniyê de silav ji bo tevahî jinên şoreşger ên cîhanê re hate şandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çavkaniya tundiya li ser jinan zihniyeta baviksalar e. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  jinên pêşeng jî hat bibîrxistin û hate gotin, rejîma Tirk a serdest ji jinên rêxistinkirî yên berxwedêr ditirese û bi van êrişan dixwaze jinan bêdeng bike.

Di daxuyaniyê de ev bang li jinan hat kirin di bin dirûşma ˈBi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêzeˈ de têkoşîna hevpar bimeşînin û hevgirtina xwe xurtir bikin.

DÊRAZOR

Li kantona Dêrazorê bi dehan jin û mêr li dijî tundiya li ser jinan meşek li dar xist.

Meşa bi beşdariya endamên Kombûna Jinan a Zebûbiya û endamên saziyên sivîl ji pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a li herêma Meamil a li bakurê kantona Dêrazorê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" û "Na ji tundiya li ser jinan" hatin vekirin.

Meş li Cerxerêya Seba Kîlo sekinî. Li vir piştî deqeya rêzgirtin rêvebera Desteya Jinan a Kantona Dêrazorê Alya El Fenûş axivî û got: "25ˈê Mijdarê sembola zanebûn û mîsogerkirina mafên jinan e. Pirsgirêka tundiya pirsgirêkeke zayendî ya ji rêzê nine lê pirsgirêkeke mirovî ye."

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Zehra El Tayîh jî axivî û bal kişand ser xetereya tundiya li ser jinan û nebûna qanûnên piştevaniya bi mafên jinan.

Zehra ji bo avakirina civakeke demokratîk banga mezinkirina têkoşînê li hemû jinan kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Na ji tundiya li ser jinan re" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Rêxistina Kongra Star a bajarê Girkê Legê bi boneya 25ˈê Mijdarê semînerek da. Semîner bi amadebûna şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl û Kongra Star li avahiya Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê hat dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, semîner bi pêşandana  sînevîzyonekê li ser şehîdên fedaî Rojger Hêlîn û Asya Alî yên ku 23ˈê Cotmehê çalakiyeke fedaî  pêk anîbû, hat pêşandan.

Piştre rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Sozdar Efrîn jî axivî û diyar kir ku 25ˈê Mijdarê ji bo mafên jinan roja têkoşîn û berxwedanê ye û got: "Îradeya mezin dê me bighîne serketinê."

Sozdar Efrîn anî ziman ku dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya tevahî jinan têkoşînê bikin.

Di dawiya semînerê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

OFÎSA JINAN A TEV-DEM

Ofîsa Jinan a TEV-DEMˈê bi boneya 25ˈê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de silavên şoreşgerî ji tevahî jinan re hat şandin hate gotin "Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî em bi dengekî tijî têkoşîn û biryardarî silaveke têkoşînwarî ya kûr ji her jinên  ku li mal, li kolanan û li zindanan û li her deverê li dijî zordariyê li ber xwe dide re dişînin. Ji Filistîna ku jin li hemberî zordariya dagirkeriyê li ber xwe didin, ta Hîndîstana ku jin ji bo wekheviyê tê dikoşin û ji Sûdana ku jin berdêlê şer û zordariyê didin, ta Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku jin tevî zordestiyê ala têkoşîn û berxwedanê bilind dikine."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pergala baviksalar bi hemû hêza xwe hewl dide ruhê berxwedanê yê jinan û têkoşîna wan a ji bo avakirina civakeke adilane têk bibin. Hate gotin, li hemberî şerê qirkirinê ku hêzên serdest ên xwedî hişmendiya baviksalar dimeşînin berxwedana jinan jî bi dirûşma " Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" mezintir dibe.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna jinan a li Rojavayê Kurdistanê jî hate gotin "Ne mumkin e têkoşîna jinan raweste. Tevî zor û zehmetiyan têkoşîna li ser xeta şehîdên mîna Arîn, Barîn, Zehra, Hevrîn, Hind, Seida, Yusra, Zeyneb, Jiyan, Rîhan, Zelal û Zozan wê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û avakirina civakeke azad û exlaq bidome."

Di dawiya daxuyaniyê soza domandina têkoşînê hate dayîn.

ŞEHBA

Yekitiya Xwendekaran jî meşek li gundê Til Qirah ê kantona Efrîn û Şehbayê li dar xist.

Xwendekar û mamosteyên ku beşdarî meşê bibûn wêneyên şehîdan hildan, pankartên bi nivîsên "Na ji tundiya li ser jinan re" vekirin û bê navber jî dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan" berz kirin.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Kantona Efrîn-Şehbayê jî belavokên bi nivîsên "Na ji tundiya li ser jinan re" û "Na ji qetilkirina jin û zarokan re" li şêniyan belav kirin. Bi heman armancê daxuyaniyek li pêşiya Navenda Meclisa Kampa Serdemê da. Endamên rêxistinê Zeyneb Mehmûd û Gulê Çawîş daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tevahî jin ku êdî bi yek dengî dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qîr dikin dikarin li hember zulma mêr û cezayên darvekirinê bisekinin. Di daxuyaniyê de li hemberî tundiya li ser jinan soza domandina têkoşînê hate dayîn.

(bb)