Di bombebarana dagirkeran de 5 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan
Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker noqteyek hêzên Hikûmeta Şamê de 5 leşkeran jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji ajansa me ragihandin, balafireke bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker, li gundê Dibana yê dikeve başûrê rojhilatê Qamişlo, noqteyek hêzên Hikûmeta Şamê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 5 leşkeran jiyana xwe ji dest da.