Stasyona petrolê û noqteyek ewlekariyê hatin bombebarankirin
Artêşa Tirk a dagirker li Tirbesipiye stasyonek petrolê û noqteyek ewlekariyê bombebaran kir.
Nûçegihanê me ji Tirbesipiyê ragihand ku balafirek şer a artêşa Tirk a dagirker stasyoneke petrolê ya li li gundê Girê Berî yê li başûr-rojhilatê Tirbesipiyeyê bombebar kiriye. Di encama bombebaranê de li stasyonê şewat derket.
Balafireke bêmirov û biçek jî noqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li başûrê navçeyê bombebaran kiriye.
Li gundê Xezne yê li başûrê Tirbesipiyê ku li ser rêya M4 a navnetewî ye jî noqeteyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji aliyê balafireke bêmirov û biçek ve hat bombebarankirin.