Dagirkeran vê carê kargeha helawê kir hedef

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya rojavayê Qamişlo, kargeheke helaw û çekirina ard bombebaran kir.

Dagirkeran vê carê kargeha helawê kir hedef
14 ÇILE 2024   20:05
QAMIŞLO

Şêniyên gundê Heram Şêxo yê 10 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Qamişlo ji ajansa me re ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker derdora kargeheke çêkirina helaw û ard ya li nêzî gund bombebaran kiriye.

Têkildarî encamên êrişê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.