Şopên êrişên dagirkeran

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Tirwaziyê yê Silûkê zerarên madî yên mezin li milkên şêniyan bûn.

Şopên êrişên dagirkeran
9 sibat, 2025   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev gundê Tirwaziyê yê li başûrê bajarê Silûkê yê kantona Firatê topbaran kiribûn. Di encama topbaranê de zerarên madî yên mezin li milkên şêniyan bûn. 

Li gorî şahidên topbaranê, topbaran gelekî dijwar bû û di encama wê de zerarên mezin li milkên şêniyan bûn.

Di dîmen û wêneyan de malek  ji ber topbaranê hilweşiyaye xuya dibe.

(bb)