Di 20′ê Kanûnê de kongreya 4′an a MSD′ê li dar dikeve

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 20′ê Kanûnê de kongreya 4′an a MSD′ê li dar dikeve.

Di 20′ê Kanûnê de kongreya 4′an a MSD′ê li dar dikeve
15 kanûn, 2023   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclia Sûriya Demokratîk (MSD) bi diruşma ′Yekitiya Sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û misogeriya pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî ya nenavendî ye′ kongreya xwe ya 4′an li dar dixe. Ev yek li ser kartên vexewendinê hatibû nivîsandin.

Li gorî karta vexwendinê, çaverê ye di 20′ê Kanûnê de li Reqayê kongre li dar bikeve.

Li gorî çavkaniyên ji partiyên siyasî, komîteya amadekar ji meh û nîvekê ve xebatên lidarxistina kongreyê dike û dê nûnerên ji tevahî partî, plaform û blokên siyasî yên di bin siya MSD′ê de û pê re belgeyên lihevkirine îmzekirine, her wiha bi dehan siyasetmedarên Sûriyeyî yên serbixwe, rewşenbîr û nûnerên ji rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyeyê beşdar bin.

MSD′ê di 16′ê Tîrmeha 2018′an de li kantona Tebqayê bi diruşma′Ber bi çareseriya siyasî, avakirina Sûriyeyeke nenavendî ya demokratîk ve′ kongreya xwe ya 3′yan li dar xistibû. Di kongreyê de nêzî 300 endam, mêvan ji tevahî hêz, partî, nûnerên ji deste, rêxistin û rêveberiyên sivîl û xweser, QSD′ê, kesayetên niştimanî yên muxalif ji hundir û derfveyî Sûriyeyê beşdar bûbûn.

(fr)

ANHA