Hêzên Ewlekariya Hundirîn meneseyeke avêtina roketan li Dêrazorê desteser kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema hewldana derbaskirina meneseyeke (qaîde) avêtina roketan ber bi gundewarên Dêrazorê ve dest danî ser.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn meneseyeke avêtina roketan li Dêrazorê desteser kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn meneseyeke avêtina roketan li Dêrazorê desteser kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn meneseyeke avêtina roketan li Dêrazorê desteser kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn meneseyeke avêtina roketan li Dêrazorê desteser kir
15 kanûn, 2023   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navendda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyonekê de menaseya avêtina roketan desteser kir.

Der barê mijarê de hêzê daxuyaniyek da û berfirehiya wê wiha ye:

"Îro (15’ê Kanûnê( roja înê, di operasyoneke ewlehiyê ya pêşwext de û piştî şopandina baldar a tevgerên komên xirabkar ên rêjîma Sûriyeyê, hêzên me yên ewlekariyê li Dêrazorê kamyoneke ku meneseyên avêtina rokêtan a çêkirina xwecihî li ser bûn li gundewarê rojavayê Dêrazorê bi cih kirin, dema hewl didan di rêya çemê Firatê re derbasî herêmên me bikin ku ji herêmên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de dihatin da ku ji bo hedefgirtina baregehên Koalîsyona Navneteweyî were bikaranîn û dest danîn ser.

Hêzên me yên ewlekariyê dê kemyonê bibin cihekî ewle da ku dest bi pêngava jihevkirin û bêbandorkirina meneseya avêtina rokêtan bikin

Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em ê her kesê ku hewl dide ewlehî û aramiya gelê me xera bike, bişopînin û em rola gel a mezin di giliyên wan de yên der barê tevgerên gumanbar de dibe ku ewlehî û aramiya herêmên me bike hedef, bilid dinirxînin."