Di 2 salên şerê li Xezayê de zêdetirî 61 milyon kavil çêbûn

Li gorî daneyên NYˊyê, nêzîkî ji sedî 78’ê avahiyên li Xezeyê di şerê 2 salan de wêran bûne yan jî zirarên giran dîtine.

Di 2 salên şerê li Xezayê de zêdetirî 61 milyon kavil çêbûn
24 cotmeh, 2025   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên AFP’ê ku xwe dispêre bernameya analîza peykê ya Neteweyên Yekbûyî UNOSAT’ê, di şerê li Xezeyê de 61.5 milyon ton kavil çêbûne.

Agirbesta qurfbar a ku di 10’ê Cotmehê de di bin zexta Serokê Amerîkayê Donald Trump de hat ragihandin, piştî wêrankirina mezin a li Xezeyê, pêvajoya ji nû ve avakirinê da destpêkirin.

Li aliyê din UNEP’ê hişyarî da ku dibe ku bi milyonan ton kavil bi asbest û kîmyewiyên jehrîn qirêj bibin, ku ev yek xetereyek cidî ya tenduristiyê çêdike. Bi taybet ji bo sivîlên ku li kampên penaberan dijîn.

Li gorî daneyên NY’ê, di dema şer de 193 hezar avahî zirar dîtine.