Di êrişa Ukraynayê ya li dijî Rûsyayê de kesek hat kuştin

Hate ragihandin ku li herêma pîşesaziyê ya Volgogradê di êrişên hewayî de kesek hat kuştin.

Di êrişa Ukraynayê ya li dijî Rûsyayê de kesek hat kuştin
6 mijdar, 2025   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî waliyê bajarê Volgograd ê Rûsyayê Andrey Bocharov, berbanga îro di êrişeke bi dronan a li ser bajar de kesek hat kuştin û di hin avahiyan de xisar çêbû.

Bocharov li ser Telegramê got di êrişê de sivîlekî 48 salî hatiye kuştin û şewat li herêma pîşesaziyê ya Krasnoarmeysky derket. Her wiha diyar kir ku ekîbên agirkujiyê şewat kontrol kir.

Bajarê Volgograd ku nêzî 400 kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye, navendeke pîşesaziyê û tesîsên rafineriya petrol û gazê lê hene. Ji ber êrişên ev çend hefte li dijî herêmên pîşesazî û xizmetguzarî têne kirin, buhayê sotmeniyê li Rûsyayê zêde bû.

Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî binesaziya Ukraynayê, bi taybetî tesîsên enerjiyê û xetên trênê zêdetir kirine.

(bb)