Ciwanên Helebê çalakiyek werzîşî li dar xist
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ciwanan pêşbirka bezê û motorsikêlan li dar xist.
Yekitiya Werzîşê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê îro çalakiyeke werzişê; pêşbirka bezê û pêşbirka motorsiklêtan li dar xist. Pêşbirk bi beşdariya dehan keç û xortan, bi diruşma "Xwedî li Banga Aşît û Civaka Demokratîk derkevin" hat organîzekirin.
Di rûbera kîlometreyekê pêşbirk hat lidarxistin. Ev çalakî peyamekê nîşan dide ku eleqeya ciwanan bi werzîşê re wekî rêbazek ji bo pêşxistina nirxên demokratîk û avakirina civakek tendurist û hevgirtî nîşan dide.
Organîzetoran daxuyand ku ev gav, di çarçoveya piştgiriya ciwanan û xurtkirian wan bi rêya werzîşê de, pêk tê. Ji ber ku ciwanan di avakirina siberojek azad û demokratîk de hêmanek bingehîn in.
Di dawiya çalakiyê de ji bo rêzgirtin û teşwîqkirina ciwanan li ser berdewamkirina çalakiyên civakî û werzîşî, diyariyên sembolîk hatin belavkirin.
(ac/fr)
ANHA