Dewleta Tirk topbaranên li dijî gundewarê Til Temirê fireh kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên li dijî gundewarê bajarê Til Temirê fireh kirin.

Dewleta Tirk topbaranên li dijî gundewarê Til Temirê fireh kirin
16 sibat, 2025   21:33
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji bajarê Til Temirê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên li dijî bajarê Til Temirê fireh kirin û gundê Um El Xêr ê li gundewarê rojavayê bajêr kir armanc.

Beriya çend kêliyan dagirkeran bi çekên giran gundê Dirdara yê li gundewarê bakurê Til Temirê topbaran kir.

Têkildarî zerarên bi gund bûne de tu agahî nehatin parvekirin.

(fr)