QSD’ê nasnameyên 7 cangoriyên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin

QSD’ê ragihand ku di dem û cihên cuda de di bersivdana êrişên hovane yên li dijî herêmê de 7 şervanên wan tev li karwanên şehîdan bûn.

QSD’ê nasnameyên 7 cangoriyên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin
16 sibat, 2025   22:09

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama bersivdana êrişên dijmin ên li dijî herêmê de 7 şervanên QSD’ê di dem û cihên cuda de şehîd bûn.

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Êrişên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên wê yên pêşketinê li tevahî eniyên şer bi taybet li eniyên Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê didomin. Tevahî hewldan û êrişên wan li hember berxwedana şervanên têk diçin û ji destê şervanên me derbên giran dixwin.

Berxwedana rojên borî yên hêzên me îsbat kir ku vîn di şer de çeka herî bihêz e. Heta ku şervanên xwedî vîn û hêz in û pêkhateyên herêmê piştgiriyê didin wan wê teqez serkeftina para me be û em ê dagirkeriyê û çeteyên wê têk bibin.

Destana ku şervanên me di wê berxwedanê de dinivîsînin tevahî cîhan matmayî kir û bedewtirîn talboya hevgirtin û aheniyê afirand. Fedakariyên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrê tev li hev bû û xetên sor li pêş çavnebarên herêmên me, neqişandin.

Di vê berxwedana dîrokî de 7 şervanên gihîştin asta şehadetê û wiha ne: Şiyar Hesekê/Remzet Tehsîn Ebdulwehab, Birûsk Dêrik/Salih Mihemed Emîn Îbrahîm, Lewend Erîşe/Udey Mihemed Ehmed, Întîqam Reqa/Elî Ehmed Hemed, Ronî Welat/Ewad Deham El Hisên, Malik Cebel/Fadî Ebas Heson El Xalid, Şevger Kobanê/Cîhad Mistefa Bekî.

Em sersaxiyê ji malbatên van şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û biryara me ya pêşîn û dawîn ew e ku em berxwedan û têkoşîna xwe heta pêkanîna xewnên xwe mezin bikin, parastina gel û herêmên xwe bikin.

 Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Şiyar Hesekê

Nav û paşnav: Remzet Tehsîn Ebdulwehab

Navê dayikê: Leyla

Navê bav: Tehsîn

Cihê jidayikbûnê: El Meyadîn

Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, gundê Memûdiyê, 28’ê Kanûna 2024’an

 Nasnav: Birûsk Dêrik

Nav û paşnav: Salih Mihemed Emîn Îbrahîm

Navê dayikê: Îman

Navê bav: Mihemed Emîn

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 28’ê Kanûna 2024’an

Nasnav: Lewend Erîşa

Nav û paşnav: Udey Mihemed Ehmed

Navê dayikê: Tirkiye

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Til Temir

Cih û dîroka şehadetê: Zirgan- 24’ê Kanûna 2024’an

 

 Nasnav: Întîqam Reqa

Nav û paşnav:Elî ehmed Hemed

Navê dayikê: Umeye El Bedax

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê:  Kobanê-Şiyox, 12’ê Kanûna 2024’an

 

Nasnav: Ronî Welat

Nav û paşnav: Ewad Deham El Hisên

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Deham

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 25’ê Kanûna 2024’an

 

Nasnav: Malik Cebel

Nav û paşnav: Fadî Ebas Heson El Xalid

Navê dayikê: Suriye

Navê bav: Ebas

Cihê jidayikbûnê: Til Birak

Cih û dîroka şehadetê: Terteb, 08’ê Sibata 2025’an

Nasnav:  Şevger Kobanê

Nav û paşnav: Cîhad Mistefa Bekî

Navê dayikê: Hêva

Navê bav: Mistefa

Cihê jidayikbûnê: Kobanê-gundê Xezîne

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 12’ê Sibata 2025’an."

(fr)