Li Girê Spî cenazeyê welatiyê hatiye revandin hat dîtin

Xelkê bajarokê Silûkê yê bajarê Girê Spî yê dagirkirî vê sibehê cenazeyê kesekî ku şopa êşkenceyê li ser hene dît. Şêniyan anî ziman ku çeteyan berê ew kes revandibûn.

Li Girê Spî cenazeyê welatiyê hatiye revandin hat dîtin
16 sibat, 2025   19:11
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên çavkaniyekî ji bajarokê Silûkê yê dagirkirî daxuyand ku wan cenazeyê kesê bi navê Mihemed El Mecreş di erebeya wî ya li derdora bajarok de, dît.

Heman çavkanî anî ziman ku Mihemed El Mecrebş ji hêla "Polîsên Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin û li ser cenaze şopên êşkenceyê hebûn.

Di vê hefteyê de li heman herêmê ev cara duyemîn e.

(fr)