Dewleta Tirk stasyona Seîde ya Tirbespiyê bombebaran kir

Balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker stasyona sotmeniyê ya Seîde li navçeya  Tirbespiyê bombebaran kir. Di encamê de gelek beşên wê wêran bûn.

Dewleta Tirk stasyona Seîde ya Tirbespiyê bombebaran kir
19 nîsan 2024   11:46
QAMIŞLO

Nûçegihanên me li navçeya Tirbespiyê ragihandin ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker stasyona sotmeniyê ya Saîde ku li bakurê Tirbespiyê ye, bombebaran kir. Her wiha aşkera kirin ku gelek beşên wê wêran bûn lê agahiyên dîtir der barê zirarê de nehatin bidestxistin.

Stasyona Seîde, duyemîn stasyona herî mezin li kantona Cizîrê ye û ji dawiya sala borî ve ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker rawestiyaye.

(şx)

ANHA