Eraqçî: Mûşekên me nagihêjin axa Amerîkayê, lê baregeh wê bibin hedef

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku mûşekên wan nagihêjin axa Amerîkayê, lê wê li baregehan wan bixin, ev jî nîşan dide ku "derfetek baş" heye ku çareseriyek dîplomatîk têkildarî bernameya nukleerî de were bidestxistin.

Eraqçî: Mûşekên me nagihêjin axa Amerîkayê, lê baregeh wê bibin hedef
22 sibat, 2026   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku "Moşekên me nikarin li xaka Amerîkayê bixin, lê em ê li baregehan bixin", di heman demê de destnîşan kir ku "derfetek baş" heye ku çareseriyek dîplomatîk der barê bernameya nukleerî ya Tehranê de were bidestxistin.

Ebas Eraqçî di hevpeyvînekê li gel tora CBS Newsˊê de diyar kir ku danûstandkar li ser hêmanên rêkeftinekê bi Dewletên Yekbûyî Amarîkayê (DYA) re dixebitin û texmîn e roja pêncşemê li Cinêvê bi nûnerê Amerîkayî Steve Wittkopf re bicive.

Eraqçî anî ziman ku Îran "di rewşek bihêz de ye ku xwe biparêze" û da zanîn ku mûşekên wê şiyana xwe ya lêdana hedefan li Îsraîlê îsbat kirine. Li gorî Eraqçî "kombûna leşkerî ya Amerîkayî Îranê natirsîne."

Ev daxuyaniyên Eraqçî di demekê de tên ku Serokê DYA'yê Donald Trump behsa êrişên leşkerî li dijî Îranê dike, di heman demê de Tehran diyar dike ku ger êriş pêk werin mafê wê yê bersivdayînê û xweparastinê heye.

(ac/fr)

ANHA