Dewleta Tirk herêmên dagirkiri tevlî sînorên xwe dike

Dewleta Tirk a dagiker 15 kîlometre di hundirê herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînorên nû çêdike.

Dewleta Tirk herêmên dagirkiri tevlî sînorên xwe dike
25 ÇILE, 2024   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê û yên li herêmên dagirkirî hatine girtin, dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê, Girê Spî, Silûk, Cerablûs, Bab û Efrînê ji sînorên di navbera Bakûrê Kurdistanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 15 kîlometre li hundir sînorê nû çêdikin. 

Çavkaniyan ragihandin ku ji rojhilatê Serêkaniyê di kûrahiya 15 kîlometre ya herêmên dagirkirî de dest bi kolandina xendekan û çêkirina dîwaran hatiye kirin. Kolandina xendekan ku hat fêrbûn di dawiya sala 2023’yan de hatiye destpêkirin, didome. Hat gotin ku dagirker plan dikin vî dîwarî ji rojhilatê Serêkaniyê heta rojavayê Girê Sipî bi heman kûrahiyê dirêj bikin. 

Çavkaniyan destnîşan kirin ku li herêmên Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrînê dagirker plan dikin ku dîwarek bi heman rengî çêbikin, lê kûrahiya wê çiqase nehat gotin.

Li gorî heman çavkaniyan dewleta dagirker di navbera sînorên herêmên dagirkirî û yên Rêveberiya Xweser de jî ji bakur ber bi başûr ve xendeqan dikole.

BERPIRSYARÎ DANE KOMA ÇETEYÊN GIRÊDAYÎ MÎT’Ê

Li gorî hin agahiyên ku ji hinek çavkaniyên nava koman hatine bidestxistin û hinek agahiyên ku di malperên nêzî çeteyan de hatine belavkirin, dewleta Tirk a dagirker berpirsyariya parastina van xendekan daye koma çete ya bi nava tuguya yekemîn a artêşa niştimanî. Berpirsê vê komê jî çeteyê bi navê Ebû Ehmed  Zekûr e. Hat fêrbûn ku Ehmed Zekûr wekî kesê duyemîn ê Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) dihat zanîn. Lê nêzî meh beriya niha di nava wî û berpirsê yekemîn ê HTŞ’ê Mihemed Colanî de nakokî derketin. Colanî çeteyê bi navê Ehmed Zekûr bi tawanbariya “agahiyên me dide koma Sultan Murad (Sultan Murat girêdayî MÎT’ê ye)” sûçdar kir û dijî wî operasyon pêk anî. Li ser vê yekê Ehmed Zekûr reviya herêma Ezazê û xwe radestî MÎT’ê. MÎT’ê jî komek ji 500 çeteyan pêk tê xist bin beprisyariya wî de û ew şand herêmên dagirkirî yên Girê Sipî û Serêkaniyê. Li gorî agahiyan ev koma çeteyan roja 17’yê Çileyê derbasî vê herêmê bûye û ji bo parastiyan xendekan hatine erkdarkirin.

GUNDIYAN NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Li cihên ku xendek tên kolandin û dîwar tên çêkirin jî erdê welatiyan tê desteserkirin û malên wan tên hilweşandin. Yek ji cihên ku welatiyan nerazîbûn nîşan dabû jî, gundê Dawidiyê yê li rojhilatê Serêkaniyê ye. Di dîmenên ku hatine kişandin de tê dîtin ku gundî li dijî dagirker û çeteyên wan hêrsa xwe tînin ziman.

ANHA