Rîhan Loqo: Dagirker nikarin têkoşîna jinan asteng bikin

Rîhan Loqo diyar kir ku sîstema desthilatdar li hemberî birêxistinbûna jinan qetlîaman didomîne û got “Ji bo hevala xwe Zelal Zagros me dest bi vekirina dosyaya hesabxwestinê kiriye.”

Rîhan Loqo: Dagirker nikarin têkoşîna jinan asteng bikin
25 ÇILE, 2024   09:16
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî hedefgirtinan jinan, bi taybet jî jinên pêşeng û herî dawî jî di 18`ê Çileyê de jî endama Rêveberiya Kongra Star Zelal Zagros (Feryal Xalid) ku li Kerkûkê hatibû qetilkirin, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ji ANHA`yê re axivî.

Rîhan Loqo diyar kir ku Zelal Zagros yek ji pêşengên tevgera jinan bû, bi qehremanî û fedakarî di tevahî qadên şoreşa Rojava de jî cih girt. Piştî rizgarkirina hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ`ê jî Zelal Zagros derbasî wan herêman bû û ji bo pêşketin û avakirina rêxistina jinan bi roleke diyarker rabû. Bi taybetmendiyên dilnizm û parastina deskeftiyên jinan û bi sekna milîtaniya azadiyê bê navber tev geriya.

‘LI BAŞÛR BI HEVKARIYA DESTHILATDARAN JINAN DIKIN HEDEF`

Di berdewama axaftina xwe de Rîhan Loqo da zanîn ku Zelal Zagros li Kerkûkê têkoşîna xwe ya ku ji beriya 31 salan dabû destpêkirin, didomand û wiha got: “Ew ji aliyê sîxurên dewleta Tirk û PDK`ê ve hate hedefgirtin. PDK li çiyayên Kurdistanê rê li ber dewleta Tirk vedike, li wan herêman jî bi hevkarî rojane jinan, pêşengên civakê û jinên zana û zanyar dike hedef. Bi taybet ji jinên Kurd ditirsin, naxwazin jinên Kurd pêşengiya şoreşê bikin. Ji ber ku ew dewlet bi zîhniyeta desthilatdar, neteweperest, dagirker, nîjadperest û zayendperest tev digerin. Bi hişmendiya baviksalar sîstema xwe ferz dikin û nahêlin jin xwe bi rêxistin bikin. Beriya niha jî hevala me Nagîhan Akarsel hat hedefgirtin.”

Rîhan Loqo bal kişand ser siyasetên li dijî jinan û destnîşan kir ku li tevahî Kurdistanê jin rastî heman zîhniyetê tên, li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê rastî girtin û cezakirinê tên, li Rojavayê Kurdistanê jî jinên ku dixwazin civakeke demokratîk ava bikin, bi rêya balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker tên hedefgirtin.

‘EM Ê ASTA BIRÊXISTINBÛYÎNÊ BILIND BIKIN`

Rîhan Loqo diyar kir ku dengvedana şoreşa jinan xeyalên dagirker û desthilatdaran têk dibe û wiha dom kir: “Em ê bêhtir têkoşîna xwe berfireh bikin û hêza xwe xurttir bikin. Bi ferzkirina van êrişan dixwazin îradr û hêviyên jina azad bişikînin. Em jî dibêjin her ku hûn hevaleke me hedef digirin bi sedan hevalên me hene. Em ê rêya heval Zelal Zagros bişopînin. Soza pêkanîna daxwazên hevalên xwe yên şehîd didin, em ê bi rêya wan birêxistinbûna jinan xurttir bikin û deskeftiyên şoreşê biparêzin.”

DOSYAYA HESABXWESTINÊ

Rîhan Loqo têkildarî dosyaya hesabxwestina ji kujerên Zelal Zagros jî ev agahî da: “Me dest bi vekirina dosyayê kiriye. Beriya niha ji bo hedefgirtina Leyman Şiwêş û Yusra Derwêş jî me amade kiribû, lê ew dosya ji milê rêxistinên peywendîdar ve hat paşguhkirin û heta niha bêdengî heye. Ji bo jinên li herêmên dagirkirî jî sûc tên kirin, tu rêxistinekê hewl nedaye ku li ser dosyayên wan bixebite. Ev yek jî tê wateya ku ew jî hevkarên van bûyeran in.”

ANHA