Li Efrînê cenazeyek hat dîtin

Li bajarê Raco yê Efrînê cenazeyek hat dîtin.

Li Efrînê cenazeyek hat dîtin
9 îlon, 2024   13:03
NAVNDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, li gundê Zera yê bajaro Raco yê Efrînê cenazeyek di hewzekî avê de hate dîtin. Çavkanî da zanîn ku cenaze xirab bibû û bêha nexweş jê derdiket.

Çavkaniyan diyar kir ku cenaze wê welatiyê bi navê Qenber Hisên Elo (55) yê ji gundê Kêla Jêrîn ê bajarokê Bilbilê ye.

Çavkaniyan destnîşan kir  ku Qenber Elo ku di mejiyê xwe de astengdar e 20 roj bû agahiyên malbatê jê qut bibûn.

(bb)

ANHA