Dewleta Tirk finansekirina çeteyan li Sûriyeyê didomîne

Deweleta Tirk a dagirker piştgiriya çeteyên di lîsteyên navneteweyî yên cezayan de wekî çeteyên "El Emşat û Hemzat" didomîne û wan li dijî Herêmên Rêveberiya Xweser sor dike.

Dewleta Tirk finansekirina çeteyan li Sûriyeyê didomîne
3 cotmeh, 2025   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR

Di demekê de ku nîqaş ji bo dîtina çareseriyan ji aloziya Sûriyeyê re hewldan têne kirin, tevgerên zêde yên komên çete û êrişên wan ên domdar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din pêş dikevin.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di mehên dawîn de ji Dêrazorê heta Bendava Tişrînê û ji Dêra Hafirê heta Helebê, êriş hatin kirin. Li gorî raporan perwerdekirina komên êrişkar dewam dikin û ji bo herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de tên veguhestin. Ya ku balê dikişîne, ew e ku komên êrişkar di komkujiyên li perava Sûriyeyê de cih girtin û gelek ji wan di lîsteya cezayan a Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî de ne.

Di Kongreya "El Nesir" de ku hikumeta veguhêz di 28’ê Çileya 2025’an de li dar xistibû van koman fesixkirina xwe ragihandin, lê dîsa jî bi fermanên dewleta Tirk a dagirker û li herêmên di bin dagirkeriya wê de tev digerin.

LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ ZEXTÊN LI SER ŞÊNIYAN

Li gorî malpera Lekolin.org, çete zextê li şêniyên Efrînê dikin û wan neçar dikin tev li saziyên "Ewlehiya Giştî" yên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bibin. Di raporê de hate destnîşankirin ku îstîxbarata Tirk ji bo pêkanîna vê mîsyonê muxtarên gundan wezîfedar kirine.

LI EZAZ, ÎDLIB Û HUMSÊ KAMPÊN PERWERDEYÊ

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku 5’ê Sibata 2025’an weşandibû, dewleta Tirk li dora herêmên Ezaz û Îdlibê kampên leşkerî ava kirine da ku nêzîkî hezar û 200 çeteyên ku piraniya wan ji Til Efer û Mûsilê ne, bi serokatiya çete Eşref Antakî, perwerde bike. Ev çete dê piştre ji bo herêmên cuda yên Sûriye û Iraqê werin şandin.

Di Tebaxa îsal de, malpera Lekolin.org agahî li ser avakirina kampên perwerdekirina çeteyan li bajarê Humsê weşand. Ev yek hemwetî serdanên rayedarên îstîxbarata Tirk û hevdîtinên bi rayedarên hikumeta veguhêz re bû. Di 26’ê Îlona 2025’an de, heman malperê piştrast kir ku dewleta Tirk li Idlibê hezar û 500 çete perwerde kirine da ku wan bişîne bajarên dagirkirî yên Serêkaniyê û Girê Spî.

CIVÎN Û PLANÊN EWLEHIYÊ

Çavkaniyên taybet aşkere kirin ku îstîxbarata Tirkiyê di 16 û 17’ê Tebaxa 2025’an de li bajarê Serêkaniyê û Hawar Kilis ê dagirkirî bi serçeteyan re civiya.  Li gorî çavkaniyan, armanca civînê ew bû ku ji bo zêdekirina êrişan li dijî herêmên Rêveberiya Xweser planan çêbikin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di 29’ê Îlona 2025’an de jî ragihand ku rayedarên hikumeta veguhêz di civînekê de ku li Helebê bû, ji çeteyên Tirk xwestine ku ji bo êrişên leşkerî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Dêr Hafir û eniya Bendava Tişrînê amade bin. Li gorî SOHR’ê ev yek li ser daxwaza Tirkiyeyê bû û ji wan re hat gotin ku êriş hefteyekê bidome da ku zextê li QSD’ê bikin.

FINANSEKIRIN Û ZÊDEKIRINA MÛÇEYAN

Malpera Terrorism Monitor a girêdayî Weqfa Jamestown a Lêkolînan a amerîkî ku navenda wê li Washingtonê ye, 10’ê Îlona îsal analîzek bi sernavê "Komên El Hemzat û El Eşmat ên ji aliyê Tirkiye ve tên piştgirkirin, çalak in" weşand. Li gorî raporê, Enqere mûçeyên çeteyan bi rêjeya ji sedî 50 zêde kiriye. Nivîskarê Tirk Artugrul Ozkok pirsî gelo Wezareta Darayî ya Tirkiyê ji dayîna van mûçeyan berpirsiyar e, ev agahî bû sedema gengeşeyan. Nemaze ku der barê van agahiyan de tu daxuyaniyên fermî ji aliyê dewleta Tirk ve nehatin dayîn.

Li kêleka wê, piştî ku hikumeta veguhêz di 28'ê Çileya 2025'an de "ji nû ve sazkirina Wezareta Berevaniyê" ragihand, gelek bertekên nerênî hatin nîşandan, nexasim ku çeteyên bi sûcên şer hatine tawanbarkirin di wezaretê de hatin erkdarkirin. Ji wan çeteyan serçeteyên komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker wekî "Hemzat, Emşat û Partiya Îslamî ya Turkistanî" bûn.

Li gorî agahî û belgeyan, van koman gelek sûc û binpêkirinên mezin pêk anîne, ji wan serçeteyê Firqeya 60'an ê bi navê Salih Emûrî "Ebû Nafê" û serçeteyê Firqeya 76'an ê yê bi navê Sêfedîn Bolad "Ebû Bekir" ku di 2023'yan de, Wezareta Gencîneyê ya Amerîka ceza lê birîbûn.

Her wiha serçeteyê Firqeya 80'î yê bi navê Xalid El Omer "Ebû El Yeman", serçeteyê Firqeya 72'yan Dogan Silêman, serçeteyê Fiqeya 25'an Mihemed Hisên Casim "Ebû Emşe" û serçeteyê Firqeya 86'an ê ku di 2019'an de şehîd Hevrîn Xelef qetil kirine, hene.

Di heman çarçoveyê de serçeteyê Firqeya Sultan Murad ê bi navê Fehîm Îsa wekî wezîrê berevaniyê û fermandarê herêma bakur hat erkdarkirin. Ew jî bi pêkanîna binpêkirinan li Efrîna dagirkirî wekî revandin, talankirin û kuştinê hatiye tawanbarkirin.

DESTEKA DEWLETA TIRK A DAGIRKER JI ÇETEYAN RE DIDOME

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hewl dide ku van biryaran wekî ji nû ve sazkirina wezaretê bi nav bike lê belê li gorî rastiyên li ser erdê xuya dibe ku hegemonya dewleta Tirk a dagirker a li ser komên çete yên girêdayî wê berdewam e.

(bb-mh/şx)

ANHA