‘Dewleta Tirk dixwaze pêvajoya aştiyê di xizmeta xwe de bi kar bîne’

Siyasetmedarên ji Til Temirê diyar kir ku avakirina komîsyoneke di meclisa Tirkiyeyê de bêyî gavavêtin, erênî nabe. Siyasetmedaran destnîşan kir ku pêwîst e di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û metirsiya xwe ya dubarekirina siyasetên berê anîn ziman.

‘Dewleta Tirk dixwaze pêvajoya aştiyê di xizmeta xwe de bi kar bîne’
22 tebax, 2025   02:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ AL HAMAN

Pêngava bi banga Rêber Abdullah Ocalan da destpêkirin, bi avakirina 'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' di meclisa Tirkiyeyê de ket qonaxeke nû. Li tevahî herêmê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîn û helwestên cuda der barê mijarê de derdikevin. Gavên têne avêtin bi baldariyeke mezin têne şopandin.

Siyasetmedarên ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê nêrîna xwe ya li ser mijarê anîn ziman û got gavên dawîn hatine avêtin, ne mimkun e ji hewldanên dewleta Tirk ên hundirîn û bikaranîna doza kurdî di xizmetên hundirîn ên hikumetê de werin qutkirin. Siyasetmedaran da diyarkirin ku gavên hatine avêtin, di nava xwe de peyamên dan û standinê hene, lê di naverokê de tu gavên misoger ên bi rêzgirtin nêzî îradeya Kurdan û daxwazên wan ên siyasî bibin, nîn in.

Siyasetmedar Eyhan El Yûnis li ser mijarê da zanîn ku xeta dewleta Tirk dixwaze di vê pêvajoyê de bi ne zelalî xêz bike û ev tişt anî ziman: “Heta niha tu nîşaneyên zelal ku niyeta wan a çareseriya siyasî ya doza Kurd heye, nîn in. Bi van gavan dewleta Tirk hewl dide xeteke nû ya danûstendinan nîşan bide, derxe pêş. Ev jî di çarçoveya berjewendiyên xwe yên taybet de pêk tîne. Dixwaze careke din siyasetên paşguhkirin û mezinkirina desthilatdariya xwe pêk bîne.”

Eyhan El Yûnis di berdewama axaftina xwe de tecrîda berdewam a li ser Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û dom kir: “Divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Berdewama tecrîdê xeta dan û standinan têk dibe.”

Siyasetmedar Xidir El Ilêwî jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Çalakvann rastteqîn ên herêmê tune ne. Ev niyeteke diyar a dûrxistina vîna kurdan û meşandina xeta danûstandinan a yekalî nîşan dide.”

Siyasetmedar Xidir El Ilêwî, di berdewama axaftina xwe de hişyarî da ku gavên wan beşeke hemleya reşkirinê ye ku dixwazin piştgiriya navdewletî ya bi doza kurdî re asteng bikin û diyar bikin ku pêvajo tenê di hundirê Tirkiyeyê de dimeşe.

Çalakvana siyasî Nûhat Şindî li ser mijarê metirsiya xwe anî ziman ku dewleta Tirk pêngavê ji bo seranserkirina doza kurdî bi kar bîne û danûstandinên li dorî cewherê doza kurdî bi rê ve bibe û got: “Rawestandina ragihandina komîteyê ne ji xwe ber e. Ew bi geşedanên giring ên li hindir û derveyî Tirkiyeyê re, dimeşin. Dewleta Tirk bi aloziya aborî re rû bi rû ye. Zehmetiyên wê yên civakî zêde bûne. Di heman demê de di warê mafê mirovan de zext li ser heye. Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferizkirin, hîn jî didome.”

Siyasetmedarên Til Temirê di nava axaftinên xwe de ragihandin ku çi pêvajoya bêyî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û meşandina danûsteninên rastîn li ser esasê naskirina mafê gelê kurd û pirojeya wan a demokratîk, tê wateya hewldanên fen û fûtan û bikaranîna pêvajoyê.

(dc)

ANHA