Helwesta pêkhateyên Efrînê hevgirtina civakî nîşan dide

Kurd û Ereb ên ji kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku ew ê li hemberî hewldanên derxistina fitne û nakokiyan hevgirtî bin û dê rê nedin ku têkiliyên xwişk û biratiyê werin xirabkirin.

Helwesta pêkhateyên Efrînê hevgirtina civakî nîşan dide
22 tebax, 2025   04:20
TEBQA

Li dijî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku pêkhateyên herêmê ji van hewldanan hişyar in û bi yekitiya nîştimanî ve girêdayî ne.

Koçbera bi navê Melek Şerîf a ji pêkhateya Ereb anî ziman ku xwşik û biratiya gelan ne dirûşm e, lê rewşeke şênber e ku di kêliyên metirsîdar de derdikeve holê.

Melekê got: "Di dema êrişan de Kurd û Ereb bi hev re koçber bûne. Kurdan  berî xizmên xwe gazî li cîranên xwe yên Ereb dikirin ku xwe êrişan biparêzin. Ev jî têkiliya mirovî ya xurt nîşan dide."

Melek Şerîf diyar kir ku hin dixwazin cudahiyê di navbera pêkhateyan de derbixin û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Em hemû yek in, em zehmetiyan bi hev re parve dikin, di vegera li ser warê xwe de bi israr in. Em guh nadin hewldanên derxistina fitneyan."

Xedîce Hemo ya ji pêkhateya Kurd a ji Efrînê koçberî bûye got: "Em tu carî nebûne sedema parçebûna di navbera pêkhateyan de. Li wargeha demkî ya koçberan em pariyê nan, kilpa avê û hewa bi hev re parve dikin. Em êş û xeyalên xwe bi hev re parve dikin."

Xedîceyê bal kişand ser hewldanên derxistina fitneyan jî û wiha pê de çû: “Ev hewldan ji bo xurtkirina û kontrola xaka me têne kirin, lê koçber bi biryardarî li hemberî van hewldanan disekinin û soza xwe nû dikin ku şert û merc çi dibin bila bibin dê yek gel bimînin.”

Koçbera bi navê Xufran Neisan a ji pêkhateyan Ereb jî behsa jiyana xwe ya li Efrînê kir û ev tişt anî ziman: "Hevjînê min Kurd e. Ez şahida xwişk û biratiya gelên herêmê me. Tu ferq û cudahî di navbera me de tune ye. Di rêwîtiya koçberiya ji Efrîn beri bi Şehbayê ve piştre ber bi Tebqayê ve êşa me yek bû.”

Xufran Neisan da zanîn ku piraniya hevalên wê Kurd in û mîna xwişkên wê yên dûrî wê ne û got: "Di kêliyên êş û windabûnê de ez berê xwe didim wan ew jî piştgiriyê didin me. Di aloziyên wan de jî ez jî bi wan re dibim alîkar. Heya vegera li Efrînê em yek bin û heya mirinê em ê xwişk û bira bin."

(bb)

ANHA