Li Holê 7 çeteyên din hatin girtin

Di daxuyaniya Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar de hate diyarkirin ku 7 çeteyên din li kampa Holê hatine girtin.

 Li Holê 7 çeteyên din hatin girtin
9 mijdar 2024   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona Ewlekariya Domdar a ku ji aliyê QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJˈê ve li kampa Holê û derdora wê hatiye lidarxistin, di roja xwe ya 4ˈan de dewam dike.

Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar der barê encamên çalakiyên operasyonê yên vê sibehê de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî li ser malpera fermî ya QSDˈê de hate weşandin û gotin ku di xebatên lêgerîn û paqijkirinê yên vê sibehê de 7 çeteyên DAIŞˈê li kampa Holê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên hatine girtin, amadekariyên pêkanîna kiryarên terorîstî li hundir û derveyî kampê dikir û wiha hat domandin: "Operasyon piştî şopandineke baldar a tevgerên şaneya terorîst pêk hat. Şaneyê hewl dida sûdê ji mercên mirovî yên li kampê wergire, xwe veşêre û çekan kom bike, piştre jî dest bi kiryarên terorî bike."

Hate destnîşankirini ku operasyon bi serketî derbas bû û tu zirar negihaşt sivîlên li kampê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Operasyona paqijkirinê ya ku di rojên dawîn de hatibû lidarxistin, piştî qedandina şaneyên terorîst dê herêma Holê û kampê veguherîne cihekî ewle û aram."

(bb)

ANHA