‘Dewleta Tirk bi êrişan hewl dide demografiya herêmê biguherîne’

Siyasetmedarên Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li dijî gundan û binesaziyê hewl dide şêniyan koçber bike da ku demografiya herêmê biguherîne û dagirkeriya xwe berfireh bike.

‘Dewleta Tirk bi êrişan hewl dide demografiya herêmê biguherîne’
1 kanûn, 2023   02:37
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî welatî û gundên herêmê yên li eniyên şer û li ser binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hovane û ketober zêde kirin. Di êrişan de balafirên şer û bêmirov û çekên giran bi kar tîne. Li hember van êrişan jî gelê herêmê li dijî siyasetên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî bertekên xwe nîşan didin û şermezar dikin.

DEWLETA DAGIRKER HEWL DIDE FITNEYÊ DERXE

Der barê mijarê de cîgirê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarên Wê Mihemed Berkel ji ajansa me re axivî û wiha got: "Dema dewleta Tirk a dagirker di derxistina fitneyê navbera gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sorkirina wê li dijî Rêveberiya Xweser de bi bin ket, saziyên sivîl, xizmetguzarî û aborî yekser kirin hedef. Armanca vê yekê binesaziyan wêran bike û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birçî bike û bêîstîqrariyê çêke."

Berkel wiha domand: "Ji wê zêdetir jî welatiyan bide koçberkirin, valahiyekê çêke û gel li dijî Rêveberiya Sivîl rake. Lê di rastiyê de gel hişyar û têgihîştî derket û rêveberî jî ji gel e û piştgiriya gel kir."

GELÊN HERÊMÊ LI BER XWE DIDIN

Li aliyekî din jî hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Minbic û Gundewarên Wê Reîm Derwêş jî wiha got: "Dewleta Tirk xwedî dîroka tijî sûcên dermirovî ye û tevahî dewletên cîhanê şahid in. Îro jî bi rêya gef û êrişên xwe li dijî tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li dijî bajarê Minbicê ku herêmeke stratejîk e, dîroka xwe dubare dike."

Rîm wiha domand: "Dewleta Tirk gundên şêniyan topbaran û bombebaran dike. Hewl dide xelkê herêmê koçber bike û guhartina demografîk pêk bîne. Lê xelkê li van gundan sedemên wan êrişan baş dizanin, ji lew re biryar da ku têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê bilind bikin, bi axa xwe ve girêdayî bin."

DEWLETA DAGIRKER DIXWAZE SÛRIYEYÊ PARÇE BIKE

Endamê Melcisa Idlibê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdusetar El Hisên der barê armancên dagirkeriyê de bi Mihemed Berkel û Rîm Derwêş re li hev kir û got ew dewama siyaseta dewleta Tirk a li Sûriyeyê ye ku hewl dide xaka Sûriyeyê dagir bike.

Li ser berxwedan û helwesta xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî hewldanên dewleta Tirk, El Hisên got ew timayên dewleta Tirk a dagirker baş dizanin û wiha pê de çû: "Xelk bi biryar e û bi xaka xwe ve girêdayî ye. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dev ji gund û bajarên xwe bernadin; çi qas êriş tund bin û windahî hebin jî.”

El Hisên di dawiyê de ev tişt got: "Piştî 12 salan ji windahî, zirarên mal û milkan gelê Sûriyeyê, gelê herêmê mezinahiya komploya bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker a ji bo guhartina demografiya herêmê û parçekirina welat nas kir."

(fr)

ANHA