Di mehekê de 62 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya ‘Pêngava Tolhildana Şehîdên Hêzên Têkoşîna li dijî madeyên Hişbirê′ de di mehekê de 5 operasyon li dar xistin û 62 qaçaxçî, bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ‘Pêngava Tolhildana Şehîdên Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê′ di 27′ê Cotmehê de dabû destpêkirin û yekemîn operasyona xwe şeva 27′ê Cotmehê li Reqayê kiribû û bi ser cihên qaçaxçî, bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê de girtibû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî der barê operasyonên xwe de agahî dan û dîmenên operasyonan weşandin.
Di wê operasyonê de 42 kes girtibûn, li gel wan 557 hezar hebên Captagon, 60 pal heşîş, 2 çekên kalaşnîkov û 13 cercûrên wan, 3 debançe, 5 bombeyên destan, 6 cercûreyên debançeyan, 10 kêr, 2,7 kîlo Crystal, 261 cercûr, 53 guleyên debanceyan, 41 guleyên BKC, alavên bikaranîna madeyên hişbirê û 23 telefon desteser kiribûn.
Di operasyona duyemîn a 29′ê Cotmehê de jî 2 kes li Qamişloyê hatin girtin û 15,40 kg heşîş û 2,34 kg Crystal û alavên bikaranîna madeyên hişbirê hatin girtin.
Di operasyona sêyemîn a 31′yê Cotmehê de de, 2 kesên heşîş li mala xwe ya Qamişloyê çandibû, hatibûn girtin.
Di operasyonên destpêka Mijdarê de hatine pêkanîn; Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê bi ser cihên bazirgan, bikarhênerên madeyên hişbirê yên li Hesekê û Qamişloyê de girt û di encamê de 14 kes girtin. Li gel wan hezar û 774 hebên hişbirê yên cur bi cur, 700 hebên Captagon, 10 gram Crystal, 2 kîlo û 609 gram heşîşa hevîr, 455 gram tovê heşîşê, 4 kîlo û nîv palên heşîşê, alavên cur bi cur ên bikaranînê, 175 guleyên çekên kalaşnîkov, 80 guleyên doçkayê yên 23 mm, 12 fîşekên debançeyê, 10 kêr û 9 laptop hatin girtin.
Di 23′yê Mijdarê de jî operasyonek hate lidarxistin û di wê de 2 bazirganên hişbirê li bajarokê Mensûra yê Tebqayê hatin girtin û li gel wan 8 hezar û 646 hebên hişbirê hatin girtin.
Di 8′ê Cotmehê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Aademiya Hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê ya li herêma Koçerat a Dêrikê ya kantona Qamişloyê bombebaran kiribû. Di encamê de 29 endamên hêzê şehîd bûbûn.
(fr)