Li Eyn Îsayê çeteyekî DAIŞ′ê hat girtin

Hêzên Taybet ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê Eyn Îsayê çeteyekî DAIŞ′ê girt.

Li Eyn Îsayê çeteyekî DAIŞ′ê hat girtin
30 mijdar, 2023   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dîmenê operasyonekê weşandiye, ku Hêzên Taybet (HAT) li gundewarê navçeya Eyn Îsayê li dar xistiye.

Navenda Ragihaninê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di operasyonê de çeteyekî DAIŞ′ê hat zeftkirin.

(bb)