Dewleta Tirk bi çeteyên ˋHuras El Dînˊ êrişî Bendava Tişrîn û gundewarê Minbicê dike

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên rêxistina ˋHuras El Dînˊ êrişî gundewarê başûrê rojhilatê bajarê Minbicê kir û bi balafirên xwe yên bêmirov Bendav Tişrîn û derdora wê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk bi çeteyên ˋHuras El Dînˊ êrişî Bendava Tişrîn û gundewarê Minbicê dike
2 ÇILE, 2025   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarê Minbicê û Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi beşdariya bi sedan endamên rêxistina ˋHuras El Dînˋ ên ji hemwelatiyên Ozbekî, Tirkistanî û Çeçenî neû dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişeke dijwar li dijî gundewarên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û gundewarê Bendava Tişrînê pêk anî. Hêzên me bersiva êrişan da û bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Vê sibehê, bi piştgiriya 5 balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, tank û panzerên nûjen komên çete êrişî gundên Etşanê, Seîdîn, Xirbet Tiwênê, Mihşiyet El Şêx Ubêd El Mistefa, Xirbet Zemale, Mestaha, Girê Siryatel û gundê Eloş ên başûrê rojhilatê bajarê Minbicê kirin. Şervanên me tevahî êriş têk birin, bi dehan çete kuştin, di nav de tankek û 2 erebeyên doçka li ser bi giştî 6 wesayîtên leşkerî rûxandin.

Şervanên me yên ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê berxwedaneke mezin raber dikin, singesing li hember çeteyan şer kirin. Dê Navenda Ragihandinê ya QSDˋê dîmenên pevçûn û rûxandina wesayîtan piştre parve bike.

da ku binketina êrişên çeteyan veşêre, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û çekên giran Bendava Tişrîn û derdora wê gelek caran bombebaran kirin. Hin parçeyên bendavê zirar dîtin. Li hember xeteriyên li ser bendavê û derdora wê dagirkeriya Tirk berpirsiyar e."

(fr)