Dewleta Tirk a dagirker Qendîl û Gareyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Qendîl û Gareyê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker Qendîl û Gareyê bombebaran kirin
20 kanûn, 2024   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Qendîl û Gareyê bombebaran kirine.

Ajansê diyar kir ku liv û tevgera balafirên şer li herêmê dewam dikin.

Di heman demê de endamê Rêxistina CPTˈê ya Amerîkî Kameran Osman jî ragihand ku di saet 12.20’an de balafirên şer ên dewleta Tirk du caran gundê Kafya yê li başurê çiyayê Gare ya girêdayî Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirine.

Kameran Osman da zanîn ku balafir li ser Şêladiz û Dêrokê re bi nizmî firiyane û dengek zêde berdaye.

Der barê ziyanan de heya niha tu agahî nehatine standin.