Bi dîmenên dawî careke din rastiya dagirkeran nîşan dabûn

Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan 3 saet beriya ku bi êrişa hovane ya dagirkeran re rû bi rû bimînin, li ser Bendava Tişrînê rewşa dawî ragihandibû. Di van dîmenan de careke din rûyê reş ê dagirkeran û çeteyên wan nîşan dabû.

Bi dîmenên dawî careke din rastiya dagirkeran nîşan dabûn
20 kanûn, 2024   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevalên me yên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, ji 8’ê Kanûnê (2024) ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan dişopandin, berxwedana şervanên azadiyê radigihandin. 

Bi dîmen û wêneyên ku kişandine re derbarê êrişên qirkirinê de raya giştî ya cîhanê haydar kirin.

Sibeha roja ku şehîd bûn, ango 19’ê Kanûnê jî, piştî têkbirina êrişek dijwar a dagirker û çeteyên wan, dîsa li Bendava Tişrînê bûn.

Rewşa dawî ya herêmê, şerê hatiye qewimîn û encamên wê qeyd kirin. Bêyî ku demê winda bikin jî, ev dîmen bi armanca ku bi cîhanê re werin parvekirin, şandin navêndên xwe.

Wexta ku ev dîmenên dawî dikişandin saet derdora 12.00’an bû. Dema vedigeriyan cihê jî saet 15.20’an de hatin hedefgirtin.