Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Şehbayê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê gundê Şeale û Nêrebiye li Şehbayê topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Şehbayê topbaran dike
1 adar, 2024   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şeale û Nêrebiyê li Şehbayê topbaran dikin.

Duh dewleta Tirk a dagirker gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kiribû û di encamê de jinek birîndar bûbû.

Beriya wê roja çarşemê jî gundê Tehane yê Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû topbarankirin û di encamê de şêniyek şehîd bûbû û zarokek birîndar bûbû.

(şx)

ANHA