Desteya Perwerde û Fêrkirina dewama dibistana vegerand sîstema berê

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama dibistanan vegerand sîstema berê ku ji yekşemê ve ji saet 8:00`an ve dest pê bike.

Desteya Perwerde û Fêrkirina dewama dibistana vegerand sîstema berê
1 adar, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh civîna xwe ya asayî li dar xist. Hevserokê desteyan, komîteyên perewerdeyê yên tevahî kantonan tev li civînê bûn.

Di civînê de rapora mehane ya deste û komîteyên perwerdeyê hatin xwendin û hatin nrixandin.

Dûre, rewşa rêxistinî, rêveber ên desteyan û komîteyên perwerdeyê, astengî û zehmetiyên li pêşiya wan di werza yekemîn a xwendinê de derketine, hatin gotubêjkirin.

Di dawiya civînê de gelek biryar hatin girtin jê: vegerandina dewama dibistana wek berê ku ji yekşemê ve dewam saet di 8:00`an sibehê de dest pê dke. Xebatên sererastkirina dibistanan, amadekirina lîsteyên zarokên naçin dibistanan û sedemên wan berdewam bikin.

Her wiha civîn bi malbatên xwendekaran re li dar kevin, rewşa dibistan û navendên tenduristiyê yên dibistanan werin şopandin, bi rêya koordîneya bi komîteyên derziyan û desteyên tenduristiyê yên kantonan re rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan di nava xwendekeran de bê girtin, guhertina navên dibistanan bi navên şehîdan.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di destpêka zivistanê de dewama dibistana nîv saetekê dereng xistibû ku li şûna 8:00`an, saet di 8:30`an de dest pê bike.

(şx)