Dewleta Tirk  a dagirker bombe li Çiyayê Metînayê barand

Dewleta Tirk a dagirker Geliyê Germavê ya girêdayê Çiyayê Metînayê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Dewleta Tirk  a dagirker bombe li Çiyayê Metînayê barand
22 sibat, 2024   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker beriya demek kurt, Geliyê Germavê ya ser bi Çiyayê Metîna ku dikeve rojhilatê navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ya Başûrê Kurdistanê  bombebaran kir.

Heya niha ziyanên wê nehatine zanîn. Tê gotin liv û tevgera balafiran ya li ser herêmê dewam dike.