Rêveberiya Xweser a Minbicê: Bi ruhê berpirsiyariyê tev bigerin

Rêveberiya Xweser bang li şêniyên kantona Minbicê kir ku bi ruhê berpirsiyariyê tev bigerin û pêşî li belavbûna nezanînê bigirin.

Rêveberiya Xweser a Minbicê: Bi ruhê berpirsiyariyê tev bigerin
29 îlon, 2024   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên nerast ên li dijî pêvajoya perwerdehiyê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên derxistina fitne û belavkirina nezaniyê da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema dawîn de gelek nûçeyên nerast ên li dijî pêvajoya perwerdehiyê derketin û armanc ji wan dûrxistina zarokan û ciwanan ji xwendin, zanîn û fêrbûnê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin hikumeta Şamê berpirsa belavkirina wan îdiayan e û hat destnîşankirin ku rejîma Sûriyeyê bi vê yekê hewl dide minhaca Rêveberiya Xweser reş bikin û welatiyan li dijî hin madeyan sor bikin mîna madeyên jineolojiya, çand û exlaqê.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev minhac ji 4 salan ve li kantona Minbicê tê xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qutbûna xwendekaran ji dibistanan ji ber nebûna pirtûkan û derengmayîna belavkirina pirtûkan ji hêla gerînendetiyên perwerdê yên hikumeta Şamê ve, pêwîst bû ku minhaceke zanîstî û çandî li gorî nirxên çandê, exlaq, dîrok, civakê û jiyana hevbeş were çêkirin.

Rêveberiya Xweser bang li xelkê Minbicê ji rûspî, rewşenbîr, rûspiyan û mamosteyan kir ku xwedî ruhê berpirsiyariyê bin û nekevin xefka dengên derew û sexte yên bi armanca belavkirina nezaniyê li herêmê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryar ne nû ne, bi salane tê pêkanîn. Her wiha hat gotin Rêveberiya Xweser û Desteya Perwerdê amade ye naveroka perwerdehiyê aşkera bike. Minhaca heyî xwe dispêre dîroka pêkhateyên civakên herêmê û ew pransîba pirrengiya çandî û mîrasa şaristaniyê ya civakê ku bi rêya zihniyetên berê hatin jidestbirin, xurt bike. Ev minhac bi beşdariya xelkê van kantonan ên di aliyên perwerdê û fêrkirinê de pispor in hat amadekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê rêveberî û gel bi hev re yek bin ku pêşerojeke baş ji zarokan re bê avakirin. Dive ev yek dûrî dengên fitne û teşhîran be.

(mh)