Dewleta Îranê dest bi destgîrkirin û girtina welatiyan kiriye

Zextên rejîma Îranê yên li ser welatiyên Kurd û Îranî berdewam dikin û di vê çarçoveyê de, 151 welatî ji ber belavkirina aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê û xwepêşandanan de, hatine destgîrkirin.

Dewleta Îranê dest bi destgîrkirin û girtina welatiyan kiriye
19 hezîran, 2025   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî der barê zordariya li ser welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ji aliyê rejîma Îranê ve raporek weşand.

Li gorî raporê, di sê rojên borî de li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 151 welatî bêyî fermana girtinê hatine destgîrkirin.

Di nav wan de 18 jinên ciwan ên Kurd ên di bin 18 salî de hene, ku li Mehabadê hatine destgîrkirin û paşê bi awayekî demkî hatine berdan.

Her wiha di raporê de hate aşkerakirin ku ev kesên hatine girtin bêyî fermana girtinê hatine destgîrkirin, bi hinceta ku wan li ser torên medyaya civakî aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de belav kirine û rayedarên welat bi teşwîqkirina şer tawanbar kirine.

Di rojên dawî de li bajarên Îranê zêdetirî 56 kes ji ber xwepêşandanên li dijî destpêkirina şerê di navbera Îran û Îsraîlê de hatine girtin.