Îranê cezayê darvekirinê li du girtiyên Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ birî
Kampanyaya Çalakvanên Belûc ragihand ku li du girtiyên Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya li Zahîdan cezayê darvekirinê lê hate birîn û aşkera kir ku girtiyek din ji girtîgeha zarokan birina cihekê din û çarenûsa wî ne diyar e.

Kampanyaya Çalakvanên Belûc der barê birîna cezayê darvekirinê li du welatiyan û windakirina welatiyekê girtî li Îranê de daxuyaniyek weşand.
Duh Dadgeha Şoreşê ya Zahîdanê cezayê darvekirinê da du girtiyên Şoreşa ‘Jiyan, Jiyan Azad’ Mihemed Derwîş Naroyî û Yasîn Kabdanî yên xelkê Zahîdan.
Her wiha hate gotin ku welatiyekî din ê Zahîdanê û girtiyê şoreşa “Jin Jiyan Azadî’, Binyamîn Kohkan, piştî rûniştina dadgehê ji Girtîgeha Zarokan birine cihek din û çarenûsa wî hîn ne diyar e.