Dewleta Îranê 7 kolber birîndar kirin

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Başûr-Rojhilatê Kurdistanê 7 kolberên Kurd birîndar kirin.

Dewleta Îranê 7 kolber birîndar kirin
13 ÇILE, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên di medyaya Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, li ser sînorê navçeya Newsûd a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de 7 kolberên Kurd birîndar bûn.

Hat gotin birîna hin kolberan giran e û veguhastine nexweşxaneyên Paweyê.

Li gorî nûçeyê navê kolberên birîndar bûne wiha ne; Burhan Rehîmî, Dilawer Feramerzî, Erkan, Parsa Zulfeqarî, Hadî Mensurî, Ekber Rezanhan û Ekber Feramerzî.

Hêjayî bibîrxistinê ye rojane di encama gulebarana leşkerên dewleta Îranê de li ser sînorên di navbera Rojhilatê Kurdistan-Başûr û Bakurê Kurdistanê de gelek kolberên Kurd tên qetilkirin yan jî birîndarkirin. Gelek caran jî kolber di qezayên wek ketina ji zinaran yan jî rûdana aşûtê de dibin qurbanî.