Gulser Ozbay ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin

Gulser Ozbay ku piştî 31 sal û 6 mehan şûnde ji girtîgehê derket li Wanê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin.

Gulser Ozbay ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat pêşwazîkirin
13 ÇILE, 2024   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Gulser Ozbay (63) a ku piştî 31 sal û 6 mehan şûnde ji girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê derket li Wanê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. 

Gulserê li Balafirgeha Ferit Melan ji aliyê Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER, Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Parti bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.

Gulserê li vir bang li jinan kir peyama têkoşînê da. Gulsera piştî hat rêxistina DEM Partî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.