Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişan daketin qadan

Şêniyên kantona Cizîrê daketin qadan û got "Li hember êrişan, siyasetên qirkirinê û şerê taybet em ê li ber xwe bidin.”

Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişan daketin qadan
Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişan daketin qadan
Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişan daketin qadan
Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişan daketin qadan
Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişan daketin qadan
Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişan daketin qadan
Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişan daketin qadan
13 ÇILE, 2024   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şêniyên bajar û navçeyên kantona Cizîrê bi dirûşma "Li hember êrişên Tirkiyeyê em ê li ber xwe bidin" meşiyan.

Li navçeya Çilaxa şêniyan, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Navçeyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Qada Xerbî ya Çilaxayê dest bi meşê kir.

Girseya gel heta Çerxerêya Şehîd Mahsûm meşiya. Li wir endamê Însiyatîfa Gel û hevserokê Şaredariya Gel a Çilaxa Feysel Hesen axivî û got li hember êrişan, xelkê herêmê berxwedan kiriye bingeh.

Hesen wiha domand: "Her çi qas êriş dijwartir bibin, ew nikarin me bitirsînin. Berxwedana me li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna serkeftin û azadiyê berdewam e."

TIRBESPIYÊ

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, xizmetguzarî û Kongra Star daxuyaniyek da û sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk rêgeza xwe ya dijberî projeya gelê herêmê didomîne û bi rêya tirsandina şêniyan, dixwaze demografiya herêmê biguherîne û timayên xwe yên mêtinger bi dest bixe.

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku li hember êrişan û siyasetên şerê taybet baldar bin.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên navçeya Girkê Legê jî nerazîbûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan da. Di vê çarçoveyê de ji Qada Şehîd Xebat heta Qada Şehîd Tehsîn meşiyan.

Li Qada Şehîd Tehsîn endamê Însiyatîfa Gel û hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û got: "Êriş vîna me naşikîne û em ê têkoşînê mezin bikin.

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beraa Faris Xeşo axivî û bang li gelê herêmê kir ku heta hesab ji dewleta Tirk were pirsîn, li kolanan bin.

DÊRIK

Li Dêrikê jî şêniyên bajêr, endamên saziyan, nûnerên rûspiyan ji Qada Azadî heta sûka navendî ya bajêr meşiyan.

Li sûkê, hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen axivî û got berxwedana li hember êrişan berdewam e û madem gelê herêmê şopdarên fikrên Rêber Abdullah Ocalan e, kesek nikare vîna wî bişikîne.

Hesen çalakiyên gerîla silav kir û got: "Em bi we serbilind in."

(şx)

ANHA