Dewleta Îranê 5 girtî bi darve kirin

Rejîma Îranê di 27 û 28’ê Sibatê de 5 girtî bi tohmetên “qetilkirina plankirî” û “bazirganiya hişbirê” bi darve kirin.

Dewleta Îranê 5 girtî bi darve kirin
2 adar, 2025   21:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku roja 28’ê Sibatê, Şûeyb Rezapûr (30) ku xelkê gundê Sostê yê navçeya Esfarayn a Eyaleta Xorasanê ye bi gunehbariya “qetilkirina bi plankirî” li ber çavên xelkê hat darvekirin.

Di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin ku 4 Kurd li Girtîgeha Xezel Hesarê ya navçeya Karacê ya Eyaleta Elborzê hatine darvekirin. Hat destnîşankirin ku Mustafa Hazhir-Pirouz (40) ji Asadabada ya Eyaleta Hemedanê ye bi gunehbariya madeyên hişberê hatibû cezakirin, Amir Ceferpenah ji Bîcara Eyaleta Loristanê, Alireza Basatiniya (23) ji Eyaleta Îlamê û Sajcad Eghbali ji Kuhdashtê ya Eyaleta Loristanê yên ku bi tawanbariya “qetilkirina plankirî” hatibûn cezakirin, hatin darvekirin.

(mh/fr)