‘8'ê Adar dê ji bo desthilata li Şamê bersiveke xurt be’

Şehrezad El Casim diyar kir ku dê îsal 8'ê Adarê ji bo hemî cîhanê û desthilata li Şamê bersiveke xurt be û got “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiya Sûriyeyê û azadiya jinan bidomînin.”

‘8'ê Adar dê ji bo desthilata li Şamê bersiveke xurt be’
3 adar, 2025   03:50
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim têkildarî dirûşma îsal a 8’ê Adarê ji ajansa me re axivî.

Şehrezad El Casim diyar kir ku dirûşma çalakiyên 8’ê Adarê ya îsal “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em Sûriyeya demokratîk ava dikin” e.

Şehrezadê destnîşan kir ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên tevahî pêkahteyan bên parastin, bi taybet jî yên jinan û wiha got: “Armaca me ji vê dirûşmê azadî, demokrasî, edalet û wekhevî ye.”

Şehrezadê diyar kir ku felsefeya azadiyê û wekheviyê ta bi vê dirûşmê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi pêş ketiye û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û mafê wan her tim tê koşiya û îro jî em wek jin ber bi vê yekê ve diçin ku em mafê xwe û azadiya xwe bi dest bixin.”

Şehrezad El Casim axaftina xwe wiha domand: "Em dixwazin bi vê hemleya xwe ya îsal a ji bo 8'ê Adarê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.”

Şehrezadê diyar kir ku ‘Diyaloga Nîştimanî’ ya li Şamê li dar ketibû, mafên jinan jî temsîl nake, ji ber ku kesên di wê de amede bûn, kujerên jinan bûn û got: “Di nivîsandina destûra Sûriyeyê de rengê jinan û tevahî gelê Sûriyeyê divê bê pejirandin.”

Şehrezadê wiha lê zêde kir: "Em jî tu carî gav bi paş de naavêjin heya ku armaca me pêk bê. 8'ê Adarê dê bersiveke xurt be li hemberî vê hikumetê. Em ê rêwîtiya xwe ya ji bo demokrasiya Sûriyeyê û azadiya jinan bidomînin.”

ANHA