QSD’ê nasnameyên 7 şervanan aşkera kirin û soza bilindkirina berxwedanê da

QSD’ê nasnameyên 7 şervanên ku di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, aşkera kirin û soza bilindkirina berxwedanê heta pêkanîna armanc û hêviyên şehîdan da.

QSD’ê nasnameyên 7 şervanan aşkera kirin û soza bilindkirina berxwedanê da
2 adar, 2025   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanên xwe yên şehîd aşkera kirin.

Di daxuyaniya QSD’ê de hat gotin ku hîna hêzên wan li eniyên şer li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî raber dikin û tevahî êrişên barbarî yên dagirkeran ên bi armanca firehkirina dagirkeriya xwe li Sûriyeyê têk dibin.

QSD’ê di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku tevî ferqa mezin û teknîka dewleta Tirk a dagirker lê şervanên QSD’ê li hember dijmin berxwedaneke efsanewî didin meşandin, derbeyên giran li çeteyan didin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin di bersivdanên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, 7 şervanên QSD’ê gihîştin asta şehadetê.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî da malbatên şehîdan û soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Ehmed Hesen

Nav û paşnav: Ehmed Hesen

Navê dayikê: Hilwa

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Şam

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê -29'ê Çileya 2025'an.

Nasnav: Egîd Til El Serat

Nav û paşnav: Enes Xelef

Navê dayikê: Rifa

Navê bav: Îsmaîl

Cihê jidayikbûnê: Til Koçer

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê- 29'ê Çileya 2025'an.

Nasnav: Ramî Şimo

Nav û paşnav: Ramî Şimo

Navê dayikê: Maşallah

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Dêrik

Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Minbicê -17'ê Çileya 2025'an.

Nasnav: Delîl

Nav û paşnav: Salih Mehmûd El Bişo

Navê dayikê: Xezûne

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayikbûnê: Til Hemîs

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê -29'ê Çileya 2025'an.

Nasnav: Amir Îbrahîm

Nav û paşnav: Amir Îbrahîm

Navê dayikê: Nûra

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê ye: Til Koçer

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê -29'ê Çileya 2025'an.

Nasnav: Dilovan

Nav û paşnav: Îsa El Mustefa

Navê dayikê: Îbtîsam

Navê bav: Zekeriya

Cihê jidayikbûnê: Erûr Cedîde

Cih û dîroka şehadetê:  Bendava Tişrînê-29’ê Çileya 2025’an

Nasnav: Reyan Erîşa

Nav û paşnav: Ehmed Cêşî Yasîn

Navê dayikê: Esriye

Navê bav: Cêşî

Cihê jidayikbûnê: Şedadê

Cih û dîroka şehadetê: Şedad-Riwêşid-26’ê Çileya 2025’an.

(mh/fr)