Dewleta dagirker bombe li gundekî Silêmaniyê barand

Balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker gundekî Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Dewleta dagirker bombe li gundekî Silêmaniyê barand
29 kanûn, 2023   19:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Rojnews’ê, balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker beriya kêliyekê gundê Gelale yê devera Şarbajêr ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama bombebaranê de ziyanên canî çênebûne.

Li gorî heman çavkaniyê, cihê hatiye bombebarankirin kîlometreyekê nêzîkî navenda gundê Gelale ye.