Bîlançoya şerê li Xezayê: 21 hezar û 507 kuştî

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da xuyakirin ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve di encama operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê de 21 hezar û 507 kes mirine.

Bîlançoya şerê li Xezayê: 21 hezar û 507 kuştî
29 kanûn, 2023   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê bîlançoya nû ya şerê li Şerîda Xezeyê, aşkera kir.

Li gorî Wezaretê ji 7'ê Cotmehê û vir ve 21 hezar û 507 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 187 kes mirine û ev jî li hejmara dawî ya bîlançoyê hatiye zêdekirin.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku 55 hezar û 915 kes jî birîndar bûne.

Saziya Penaberên Fîlîstînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) jî roja Înê li ser hesabê X’yê daxuyanî da û diyar kir ku ji dema şer destpêkiriye heta niha 308 kesên ku xwe li baragehên saziyê ragirtine mirine û 1095 kes jî birîndar bûne. UNRWA’yê destnîşan kir ku li Xezeyê cihekî ewle nemaye.