Birîndarekî êrişa li ser Çapxaneya Sîmav şehîd bû

Birîndarekî  êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Çapxaneya Sîmav şehîd bû.

Birîndarekî êrişa li ser Çapxaneya Sîmav şehîd bû
29 kanûn, 2023   19:19
QAMIŞLO

Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker roja 25’ê Kanûnê Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de 6 kes şehîd bûbûn û hejmareke kesên din birîndar bûbû.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên tenduristiyê dane ajansa me, birîndarekî êrişê bi navê Ciwan Elî ku li nexweşxaneyan tedawî dibû, şehîd bû.

Bi vê yekê hejmara şehîdên komkujiya çapxaneya Sîmav dibe 7 şehîd.

(bb)

ANHA