Mamosteyên Qamişloyê ji bo sala nû dibistanan amade dikin

Li dibistanên bajarê Qamişlo ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê 2026-2027`an, Rêveberiya Dibistanan û karmendên perwerdeyê ji bo amadekirina dibistanan, dest bi xebatekê kiriye.

Mamosteyên Qamişloyê ji bo sala nû dibistanan amade dikin
Mamosteyên Qamişloyê ji bo sala nû dibistanan amade dikin
Mamosteyên Qamişloyê ji bo sala nû dibistanan amade dikin
Mamosteyên Qamişloyê ji bo sala nû dibistanan amade dikin
Mamosteyên Qamişloyê ji bo sala nû dibistanan amade dikin
19 tebax, 2026   11:40
QAMIŞLO
Mihemed Nûrî Elo-Jînda Dilsoz

Rêveberiya Dibistanan li Bajarê Qamişlo ji bo amadekirin û sererastkirina dibistanan, ji bo sala xwendinê 2026-2027`an a nû, bi beşdariya karmendên perwerdeyê dest bi xebatên paqijkirin, tamîrkirin û dezenfektekirinê kir. 

Li navenda bajarê Qamişlo û gundewarên wê 225 dibistan hene. Dewama îdarî ya dibistanan 16`ê Tebaxê dest pê kir, dewama xwendekaran jî wê 6`ê Îlonê dest pê bike.

Li dibistanan xebatên paqijkirin û dezenfektekirineke giştî tê kirin, toreyên kehrebeyê tê tamîrkirin, pêdiviyên refan tên dabînkirin. Ji bo temamkirina rêkarên xwendekaran erşîf û karên îdarî tê kirin.

Karmendên perwerdeyê bi awayeke bê beramber vê xebatê pêk tînin, ew ê ev xebat heta temamkirina amadekirina dibistanan bidome.

Der barê mijarê de Rêvebera Dibistanan Mihemed Elî Zênal, Rohat Mihemed ji ajansa me re axivî û sala nû ya xwendinê li malbat û xwendekaran pîroz kir, Rohat da zanîn ku ev wekî hemleyeke paqijiyê ye, ji bo hemû dibistana ye, ev yek di çarçoveya pêşwazîkirina sala nû ya xwendinê tê kirin.

Rohat Mihemed diyar kir ku ew ê di nava xebatên xwe de pêdiviyên esasî ji bo dibistanan pêk bînin û tamîrkirineke giştî çêbikin. Ew ê xebatên wan heta temamkirina amadekariya bidome.

Mamosteya bi navê Delal Ehmed behsa girîngiya beşdariya kadroyên xwendinê di vê xebatê de kir û destnîşan kir ku ev gav ji bo amadekirina dibistanan tê, ew kêfxweşin ku hemû kadroyên xwendinê beşdarî xebatê bûne.

(sb)

ANHA