Bombebarana Ebû El Duhur Xeza û Peymana Mekkeyê di rojeva medyaya Erebî de bû

Medyaya Erebî nivîsî ku bombebarana Ebû El Duhur ji aliyê leşkerî derbas dibe û nakokiyên ji bo bandor û rêkeftinên ewlehiyê li Sûriyeyê eşkere dike. Di heman demê de mijarên Xeze û Peymana Mekkeyê di çarçoveya ji nû ve şekildana hevsengiya hêza herêmî de derdikevin pêş.

Bombebarana Ebû El Duhur Xeza û Peymana Mekkeyê di rojeva medyaya Erebî de bû
19 tebax, 2026   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, rojname û dezgehên medyayê yên erebî di analîz û nûçeyên xwe de mijarên herêmî yên girîng nirxandin, di nav wan de Sûriye û bandorên bombebarana balafirgeha Ebû El Duhur û nakokiyên Trkiy û Îsraîê, ligel Xeze û pêvajoya danûstandinan, Peymana Mekkeyê.

EBÛ EL-DUHUR Û NAKOKIYÊN ÎSRAÎL Û TIRKIYÊ

Dosyaya Sûriyeyê mijareke sereke bû ku . Medyaya erebî li ser bandorên êrîşên hewayî yên Îsraîlê li ser balafirgeha leşkerî ya Ebû ElDuhur li gundewarê Îdlibê nivîsî û destnîşan kir ku peyamên êrişî dighêjin siberoja hebûna Tirkiyeyê û ji nû ve avakirina hêzên leşkerî yên Sûriyeyê.

Malpera El Arabiyayê diyar kir ku êrişê peyamên ji bo Tirkiyeyê di derbarê her bicihkirina leşkerî an beşdariya Tirkiyeyê di avakirina hêzên leşkerî yên Sûriyeyê de hilgirtiye.

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser analîzên Îsraîlê yên ku êrişa Ebû El Duhur wekî peyamek rasterast ji bo Enqerê nîşan didin. rojnameyê nivîsî ku êriş bi fikarên Îsraîlê yên li ser piştgiriya Tirkiyeyê ji bo ji nû ve avakirina hêza hewayî ya Sûriyeyê ve girêdyî ye.

XEZA: DANÛSTANDIN Û SIBEROJA ŞER

Derbarê pirsgirêka Filistînê de, siberoja şerê li Xezayê û rêça danûstandinan di navenda analîzan de cih girin.

Rojnameyên erebî, di nav de El Nahar, El Ehram û El Şerq El Ewset, li ser siberoja plana Serokê Amerîkayê Donald Trump û asta ku Washington dikare Benjamin Netanyahu ber bi rêkeftinekê ve bibe, şîrove kirin. Analîzên din li ser siberoja Xezayê piştî şer, kî dê Xezayê birêve bibe û rêziknameyên ewlehiyê yên li wir şîrove kirin.

PEYMANA MEKKEYÊ: HEVPEYMANIYEKE NÛ YAN RÊKEFTINÊN EWLEHIYÊ YÊN HERÊMÎ?

Peymana Mekkeyê ya Parastinê di navbera Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê de di analîzên Ereban de cîhekî girîng digire, ku ji nîqaşkirina peymanê wekî hevkariya leşkerî ya di navbera 3 welatan de derbas dike û dighêje ihtimala ku bibe navika rêkeftineke ewlehiyê ya nû li Rojhilata Navîn.

(k)

ANHA