Şehîd Ebduselam Hacî li Qamişloyê hate veşartin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo şehÎd Ebduselam Hacî bi merasîmeke bi heybet oxir kir.

30 tîrmeh, 2025   22:00
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîd Ebdelselam Hacî ku di encama kirîza dil de şehîd bûbû bi merasîmekê li pekrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate oxirkirin.

Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê amade bibûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre kurê şehîd, Ehmed Hacî wiha axivî: “Bavê min mirovekî welatparêz bû û girêdayî axa xwe û miletê xwe bû. Bavê min şehîdê rêxistinê bû, bavê min xwedî axaftina xwe bû, bavê min mirovekî xwêr xwaz bû.”

Ehmed Hacî wiha domand: “Dema bavê min şehîd bû, ew li ser mafê xwe ma û baweriya wî bi welatî wî hebû ji ber vê yekê bavê min, me fêrî hezkirina welat dikir. Tuyê herdem di dilê me de saxibî. Tu carî namirî.”

Piştre endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Îslamî Omer Hemîd wiha anî ziman: “Îro em şehîdên xwe oxirî axa pîroz dikin ku em bi saya berxwedana wan a bê hempa li vir in. Şehîd rêberên me yên exlaqî ne. Bi saya qurbaniyên wan, em li welatekî ewle dijîn.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Ebduselam hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hate veşartin.

(ekib)

ANHA